Komîna Fîlm a Rojava bernameya ‘Her Pêncşemê Fîlmek’ da destpêkirin

Komîna Fîlm a Rojava bi armanca ku sînemeya şoreşgerî di nava civakê de belav bike, bernameya “Her Pêncşemê Fîlmek” da destpêkirin.

Di çarçoveya bernameyê de wê destpêkê fîlm û belgefîlmên ku komînê bi xwe çêkirine bên pêşandin.

Piştre wê fîlmên din ên bi Kurdî û Erebî hatine çêkirin jî, li gel jêrnivisên wan bên nişandan.

Bername 6’ê Hezîrana 2024 li bajarê Qamişlo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi pêşandana fîlmê “Dema Şitil Mezin Dibe” destpê kir.

Li gorî bernameyê fîlm wekî destpêkê tenê wê li Qamişlo werin pêşandan, lê tê plankirin ku bername piştre li bajarên din jî bê pêkanîn.

Di destpêka her mehekê de wê dîrok û navên fîlmên bên nişandan, werin diyarkirin.

Di çarçoveya bernameyê de wê di meha Hezîranê de 3 fîlmên din bên pêşandan.

Endamê Komîna Fîlm a Rojava Hişyar Murad derbarê bernameyê de agahî dan ANHA’yê û da zanin ku ew dixwazin sinemaya şoreşgerî û civakê bînin ba hev.

Back to top button