Li Misirê li ser têkîliyên Kurd û Ereban hevpeyvîn hat lidarxistin

Bi armanca xurtkirina têkeliyên Kurd û Ereban li Rojhilara Navîn hevpeyvînek Li Misirê hate li darxistin.
Di nîqaşê de têkeliyên Kurd û Ereban, fikir û felsefeiya Rêber Apo li Rojhilata Navîn hate nîqaşkikirin.

Bi armanca xurtkirina têkeliyên Kurd û Ereban li Rojhilara Navîn hevpeyvînek Li Misirê hate li darxistin.

Hevpeyvîn li navenda El-Farabî ya lîkolînên siysî bi diruşmeya ” welat, zanist, pêşxistin” pêk hat.

Gelek rojnameger, siystmedar û rewşenbîrên Misir û Kurdistanê di hevpeyvînê de amade bûn.

“Felsefeya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê nimûneye”

Têkildarî hevpeyvînê nivîskar û dîroknas Fetehî Mehmûd li ser girngiya rola Kurdan di dîroka herêmê de axivî.

Fetehî Mehmûd got:

“Weke em dibînin herêma Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqiyê her dem dinava guhertinan re derbas dibe.

Hêzên desthiladar û dagirker jî ji bo bercewndiyên xwe li van herman biparêzin aloziyan kurtir dikin.

Lê îro fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ji bo careserkirina van pirsgirêkan nemûneyeke.”

Medehet Hemad: Divê dewletên Ereban piştgiriyê bidin doza Kurdan

Rêveberiya Navanda Siyasî Medehet Hemad jî destnîşankir ku ji bo Doza Kurdî careser bibe divê hemû awayên dagirkerî li herêmê bi dawî bibe.

Hemad diyar kir ku çareseriya van pirskirêkan li ba Rêber Apo ye û divê tavilê azad bibe.

Hemad bang li dewletên Erebî kir ku piştgiriyê bidin doza Kurdî û têkeliyên xwe bi wean re xurtir bikin.

Di dawî de hevpeyvîn bi encamnameyekî bi dawî bû.

Beşeke ji encamnameyê wiha ye:

  • Weşandina filîmên taybet li ser dîrok û çanda Kurdan li herêma Rojhilata Navîn.
  • Damezrandina komîteyek taybet ji bo parastin mîrateya Kurdî û wegerandina wêjeya Kurdî ji zimanê Erebî re.
  • Avakirina peymangeheke taybet ji bo lêkolîna li ser fikir û felsefiya Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk.
  • Hevkariya çandî, ragihandinî û tûrîzmî di navbera Kurd û Ereban de bi hemû rêbazan were aktîvkirin.
  • Vekirina riyên bazirganiyê di navbera Misirê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.
Back to top button