Tirkiyê parêzerek Sûriyeyî li Efrînê revand

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî parêzerekî ku li ser kiryarên wan yên dij mirovî axivîbû, revand.
Li gorî agahiyan wî parêzerî gotibû ew gendel û çete nûnertiya Sûriye û gelê wê nakin.

Parêzer Ekrem Cinêd ji parêzgeha Hemayê ye û ji nivîsgeha xwe ya li bajarê Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan ve hat revandin.

Li gorî agahiyan parêzer Ekrem têkiliya serçeteyên “Artêşa Nîştimanî” ji bo xizmetkirina parastina ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk û pêkanîna siyasetên wê li ser hesabê şoreşa Sûriyê eşkere kiribû.

Di dengekî qeydkirî yê parêzer Cinêd de tê gotin dewleta Tirk a dagirker diz, bazirganên narkotîkê û talanker perwerde kirine û ew ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê pereyan ji wan re dişîne.

Her wiha Cinêd gotibû ew gendel û çete nûnertiya Sûriye û gelê wê nakin.

Piştî van gotinan Parêzer Ekrem Cinêd ji aliyê Tirkyê ve hate revandin.

Li Efrînê piştî êşkenceya çeteyan kesek berdêla 4 hezar dolar de berdan

Back to top button