Şerê Îsraîl-Hemas: 249 roj

Di 249 rojên şerê li Şerîda Xezayê de dîsa hejmarek zêde kuştî û birîndar çêbûn.
Artêşa Îsraîlê li ser Xeza, Deyr-el Belah û Kampa Penaberan a Nuseyratê êrîşa hewayî pêk anî.
Her wiha li Şerîa Rojava jî li gor agahiyên şahîdan 4 Filîstînî hatine kuştin.

Êrîşên artêşa Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezayê didome.

Li heremê her roj agahiyên kuştin, birîndarkirin û wêraniyê tê.

Li Xezayê herî kêm 12 Filîstînî mirin

Artêşa Îsraîlê li taxa Ed-Derac a bajarê Xezayê kir armanc.

Hat diyarkirin ku di bin xirbeyên maleke de ku li taxa Ed-Derac a bajarê Xezeyê bû hedefa balafirên şer ên Îsraîlê, cenazeyên 8 kesan ku piraniya wan zarok in, hatin dîtin.

Gelek kesên birîndar ji bin xirbeyên malê hatin rizgarkirin.

Li bajarê Refahê yê li başûrê Xezzeyê di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Şahidên bûyerê ragihandin ku di encama gullereşandina rasterast a artêşa Îsraîlê li ser konên ku koçber lê diman, gelek Filistînî birîndar bûne.

Îsraîl li Şerîda Xezayê êrîşî 2 malan kir

Hat ragihandin ku di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li ser 2 malan ên li rojavayê Kampa Penaberan a Nuseyrat a li navenda Xezayê û li herêma El-Zawayida kuştî û birîndar hene.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, şahidên bûyerê diyar kirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li rojavayê Kampa Penaberan a Nuseyratê êrîşî malekê kirin.

Rayedarekî tenduristiyê yê Nexweşxaneya li bajarê Deyr El-Belahê diyar kir ku di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê de cenazeyên 3 kesan ku 2 ji wan zarok in jiyana xwe ji dest dane.

Li Şerîa Rojava 4 kes hatin kuştin

Di êrîşa hêzên Îsraîlê ya li ser gundekî li bajarê Ramallaha Şerîa Rojava, 4 Filistînî mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Şahîdên li heremê diyarkirin ku di serdegirtina gundê li rojavayê Ramallahê de hêzên Îsraîlê bêserûber gulebaran kirin.

Di vê êrîşê de 4 mirin û 8 kes jî birîndar bûne ku rewşa hinekan giran e.

Şahîdan diyar kir ku hêzên Îsraîlî hê jî li gund bi cih bûne, ji herêmê dengê teqîn û guleyan tên bihîstin û rê hatiye girtin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku agahî bi dest wan hatiye ku li Kefr Nîmayê wesayîtek hat gulebarankirin û 3 kes birîndar bûn û ekîb hatin cihê bûyerê.

Back to top button