Li peravên Yemenê keştiya penaberan binav bû

Keştiyeke ku tê texmînkirin nêzî 250 penaber tê de bûn beriya ku bigihêje peravên Yemenê binav bû.
Di keştiyê de 78 kesan hatin rizgarkirin.

Hat ragihandin ku di encama binavbûna keştiyek li peravên Yemenê de herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Karbidestên xwecihî li Rudum, li rojhilatê Aden, ragihandin ku kesên di keştiyê de penaber in, bi piranî ji Etiyopyayê ne.

Ku Yemenê wek xala derbasbûnê bikar tînin da ku derbasî welatên Kendavê bibin.

Di binavbûna keştiyê de 38 kes mirin

Di keştiyê de nêzî 250 kes hebûn.

Li gorî BBC, xebatên lêgerîn û rizgarkirina nêzî 100 kesên winda berdewam dikin.

Kesên ku ji keştiyê xilas bûn gotin ku ji ber bayê xurt keştî binav bû.

Rêveberê Navçeya Rudûmê Hadî El-Xurma ji ajansa Reutersê re ragihand, ku keştî beriya ku bigihe peravê binav bû.

Back to top button