Leşkerên Amerîkî ji Nîjerê vedikişin

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, piştî betalkirina peymana leşkerî ya ku destûr da personelên leşkerî û sivîl ên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li Nîjeryayê wezîfeyê bikin, leşkerên Amerîkayê ji welêt vedikişin.

Vekişîna leşkerên Amerîkî yên li Nîjerê xizmet dikin û veguhestina amûran bi fermî dest pê kir.

Hat hînbûn ku di qonaxa ewil de 269 leşker û ton cebilxane şandine Amerîkayê.

Hat ragihandin ku Amerîkaya ku li Nîjerê nêzî hezar leşkerên wê û li bajarê Agadezê jî baregeheke wê ya hewayî ya bêmirov heye, wê heta nîvê meha Îlonê bi temamî ji welêt derkeve.

Di 17’ê Adarê de Nîjer ragihandibû ku peymana hevkariya leşkerî ya ku 12 sal berê bi Amerîkayê re hatibû îmzekirin betal kiriye û daxwaz kiribû ku leşkerên Amerîkî di zûtirîn dem de welatê xwe biterikînin.

Back to top button