Li Girê Spî 12 kes hatine revandin û ji bo berdana her yekî çeteyan hezar dolar xwestiye.
Li Girê Spî çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî bi ser bajarokê El Turkman de girtin.
Li gorî ANHA’ê ku ew jî dispêre çavkaniyên xwecih ragihand ku di encama serdegirtinê de, çeteyan 12 welatî revandin.
Hat zanîn ji bo berdana kesên hatine revandin çeteyan ji her malbatekê hezar dolar fidye
xwestiye.