Koreya Başûr: Leşkerên Bakurê Koreyê sînor derbas kirin

Rageşiya di navbera Başûr û Bakurê Koreyê de didome.
Ev demeke Koreya Bakur balonên çopê davêt Koreya Başûr.
Li aliyek din jî leşkerên Koreya Bakur hewl dan derbasî Koreya Bakur bibin.
Derbarê vê yekê de rayedaran daxuyanî dan û diyar kirin ku piştî guleyên hişyariyê leşker vekişiyan.

Koreya Başûr ragihand ku ew derbasbûna leşkerên Koreya Bakur ji sînor wek çalakiyeke bi zanebûn nanirxînin û piştî hişyariyê û gulebaranê leşker ji herêmê derketin.

Eşkere bû ku di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakur de rageşiyeke nû derketiye holê ku di demên dawî de bi tansiyona ‘balona çopê’ ketiye rojevê.

Li gorî agahiyên ajansa nûçan a Reuters`ê, Serfermandariya Koreya Başûr derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Serfermandariyê ragihand, saet 12 û nîv li gorî dema herêmî, hin leşkerên Koreya Bakur ji sînorên navbera her du welatan bo demeke kurt derbas bûn û Koreya Başûr artêşê fîşekên hişyariyê avêtin.

“Guleyên hişyariyê hatin avêtin”

Derbarê çend leşkerên Koreya Bakur derbasî Herêma Kêmkirina Leşkerî ya di navbera her du welatan de jimareke rast nehat dayîn.

Berdevkê Sererkaniya Koreya Başûr Lee Sung-jun di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku artêşê ev binpêkirin bi mebest nedîtiye.

Ji ber ku li herêmê daristanên qalind hene û ev yek jî tabelayên sînor û rêyan nezelal dike.

Berdevk di civîna çapemeniyê de daxuyanî da û got:

“Piştî fîşekên hişyariyê yên artêşa me, yekser ber bi bakur ve çûn, liv û tevgereke awarte çênebû.”

Back to top button