Li Kobanê û Eyn Îsayê gel piştgirî da berxwedana Colemêrgê

Ji Kobanê û Eyn Îsa piştevaniya bo berxwendana Colemêrgê hat.
Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Kantona Firatê û namzetên hilbijartinên şaredariyên Eyn Îsa bertek nîşanî qeyûma li şaredariya Colemêrgê dan.
Aliyan diyarkirin ku divê pêşî li van kiryaran were girtin.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî jî piştevaniya ji bo berxwedana xelkê Colemêrgê hebû.

Endamên Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê xesipkirina Şaredariya Colemêrgê şeremzar kirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêkanînên faşîzane yên dewleta Tirk hate kirin û wiha hat gotin:

Em pêkanînên zordest ên dewleta Tirk ên li ser vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin.

Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku ji bo ronîkirina astengiyên li pêşiya pêvajoya demokrasiyê ya li Tirkiyê erka xwa pêk bînin.

Her wiha namzetên hilbijartinên şaredariyên Eyn Îsa jî bi daxuyaniyekê berxwedana gelê Colemêrgê silav kirin.

Daxuyanî bi amadebûna namzetên hilbijartinan ên ji Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê hate xwendin.

Di dauxyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nûnerên şaredariyan ên Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji girtina nûnerên gel û tayînkirina alîgirên xwe li şûna wan, dixwaze armancên xwe pêk bîne.

Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û vîna wan hate dayîn.

Herî dawî jî bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku rê li pêşiya mîna van kiryarên ne rewa bigirin.

Şêniyên Tebqayê bi meşekê piştgirî dan bexwedana Colemêrgê

Back to top button