Şehîd Ehmed li gortistan şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin

Îro li Bajarên Tirbespiyê, Hesekê merasîma oxirkirina cenazeyê şehîdan hebû.
Dimerasîman de peyama bilindkirina têkoşîna şehîdan hate dayîn.

Li Hesekê merasîma oxirkirina endamê hêzên asayîşê Ehmed El Ebid Elhadî hebû.

Şehîd Ehmed 9’ê Hezîranê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Şêniyên Hesekê bi merasîmekî cenazeyê şehîd Ehmed li goristana Şehîd Dijwar ya gundê Dawidiyê oxir kirin.

Ji Rêverberê hêzên Asayîşê Îdrîs Oso axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Îdrîs Oso diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan bighînin serketinê.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button