Koma Meqawmey Îslamî ya li Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya piştevaniya ji bo gelê Filistîn û Lubnanê de, bi rêya balafirên bê mirov êrişî navçeya Îlat ya Îsraîlê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş gihiştiye armanca xwe, lê derbarê ziyanan de agahî nehatine bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de Koma Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê gelek caran bi balafirên bê mirov êrişî Îsraîlê kiriye.



