Hejmara kesên ji ber şerê Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 19 hezar û 754.
Maseya krîzê ya têkildarî kesên ji Lubnanê tên ev agahî dan:
Hejmara kesên ku ji ber şer ji Lubnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bû 19 hezar û 754.
Li gorî maseyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin.
Di nava vê hejmarê de 76 welatiyên Lubnanê û 19 cenaze jî hene.
Kesên ji Lubnanê hatine, an li malên xwe yan li gel xizmên xwe bi cih dibin.
Kesên malên wan an xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser cih ji wan re peyda dike.
Nêzî 19 hezar kes ji Lubnanê vegeriyane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê



