Duh bi şev li Efrîna dagirkirî pevçûn di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de rû da.
Malpera Afrinpostê ji çavkaniyên xwecihî ragihand ku li gundê Gemrûkê yê navçeya Mabetayê çeteyên “Quwe Muştereke” êrişî çeteyên “Siqûr El-Şemal” kirin.
Her wiha li gundê Elî Karo û Şêx Xûrzê yên navçeya Bilbilê jî pevçûnên giran di navbera her du komên çete de rû dan.
Li gundê Kefercenê jî çete bi hev ketin û di encamê de “Quwe Muştereke” Kefercenê ji destê çeteyên “Cebhe Şamiyê” girt.
Di vê çarçoveyê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku bi talîmatên Mîta Tirk çeteyên “Quwe Muştereke” êrişî çeteyên “Cebhe Şamiyê” û “Siqûr Eş-Şemal” kiriye.
Di encama van pevçûnan de topên Hawanan bi ser malên sivîlan de barîn û tirseke mezin ket dilê jin û zarokan û ji malên xwe reviyan û bi çolan ketin.



