Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîkayê şeva borî bi balafirên bombeyên stratîjîk B-2 êrişek esmanî li ser depoyên çekan li heremên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de, pêk anî.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di daxuyaniyekê de got:
“Hêzên Amerîkî hejmareke navendên jêrzemînê yên Hûsiyan armanc kirin ku pêkhateyên curbicur ên çekan ji heman cureyê ku Hûsiyan bikar tînin ji bo keştiyên sivîl û leşkerî li herêmê dikin armanc.”
Pentagonê got:
“Me êrîş bir ser pênc deverên depokirina çekan li deverên di bin kontrola Hûsî de li Yemenê.
Nirxandina li ser êrîşê berdewam dikin û ti ziyanên sivîl nehatine ragihandin.”
Li gor nûçeya ABC Newsê, artêşa Amerîkayê navendên depoya çekan ên Hûsiyan li Yemenê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya medyaya Hûsiyan, îro danê sibê balafirên Amerîka û Brîtanyayê bajarên Sana û Sada kirine armanc.



