Amerîka alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê didomîne.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ji Ukraynayê re bi qasî 425 milyon dolarî alîkariya leşkerî bidin.
Li aliyê din Zelenskiy di axaftina xwe de anî ziman ku Ukrayna ne tenê Rûsya bi sê welatan re şer dike.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ragihand ku ew amade ne ji bo aştiyeke adil li Ukraynayê bi Vladimir Putin re danûstandinan bikin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê bi Zelenskiy re hevdîtin pêk anî.
Di vê hevdîtinê de Joe Biden pêketeke nû ya alîkariya leşkerî ya bi qasî 425 milyon dolarî ji bo Kîevê ragihand.
Di daxuyaniya Qesra Spî ya derbarê hevdîtinê de, hat diyarkirin ku di pakêtê de pergala parastina hewayî û wesayîtên zirxî hene.
Qesra Spî got:
“Biden ji hempîşeyê xwe yê Ukraynayê re derbarê hewldanên zêdekirina alîkariyên ewlehiyê yên ji bo Kîevê di pêvajoya mayî ya wezîfeya xwe de agahî da.”
Duh, Zelenskiy ‘plana serketinê’ ya ji bo bidawîkirina dagirkeriya Rûsyayê ragihand.
Zelenskiy: Ukrayna ne tenê Rûsyayê bi sê welatan re şer dike
Li aliyê din Vladimir Zelenskiy di axaftina xwe ya 16’ê Cotmehê de anî ziman ku Ukrayna ne tenê bi Rûsyayê re di şer de ye.
Koreya Bakur jî bi Vladîmîr Pûtîn re di nav “hevbendiya sûcdaran” de ye û got:
“Heya niha, koalîsyona sûcdaran, bi Pûtîn re, jixwe Koreya Bakur jî di nava xwe de dihewîne.
Îstîxbarata me ne tenê veguhestina çekan ji Koreya Bakur bo Rûsyayê tomar dike,her weha veguhestina mirovan jî tomar dike.
Ji ber vê yekê Rûsya hewl dide zerarên xwe bi karkerên Koreya Bakur veşêre ku ji bo kar li kargehan hatine lê tevlî artêşa Rûsyayê bûne.”
Li gorî Zelenskiy, ev bi beşdarbûna dewleta duyemîn di şerê li dijî Ukraynayê de ligel Rûsyayê ye.
Her wiha Zelenskiy anî ziman ku rejîma Îranê piştevaniya Putin dike û Çîn jî bi welatê êrîşkar re hevkariyê dike.
Zelenskiy destnîşan kir ku tevî van daxuyaniyan, Pekînê ji bo rawestandina êrişên Rûsyayê û binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî xwe ji avêtina gavên bi bandor dûr dixe.
Scholz: Ji bo aştiyeke adil li Ukraynayê em amade ne bi Pûtîn re danûstandinan bikin
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ragihand ku ew amade ne ji bo aştiyeke adil li Ukraynayê bi Vladimir Putin re danûstandinan bikin.
Hat destnîşankirin ku Scholz di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya pabendbûna bi prensîbên zelal û wiha got:
“Biryar tu carî li derveyî rayedarên Ukraynayê û bêyî hevrêziya bi hevkarên me yên herî nêzîk re nayên girtin.”
Serokwezîr Scholz destnîşan kir ku her roj bêhejmar leşkerên Rûsî dibin qurbaniyên dînbûna emperyalîst a Serokê Rûsyayê.



