Herî dawî Îsraîlê êrîşî benderên Laziqiyê ya Sûriyê kir, di encamê de gelek zirarên madî li pey xwe hişt.
Ragihandina Hikumeta Şamê eşkere kir ku Îsraîlê êrîşî benderên li Laziqiyê kir.
Ragihandina da zanîn ku ji ber bombebaranê agir rû da lê tîmên agirkujiyê dikarîn piştî çend seatan vemirînin.
Hate bi bîrxistin ku pergala parastina hewayî dikarî rê li ber gelek êrîşan bigire.
Her wiha Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku Îsraîlê depoyeke çekan li Laziqiyê kir armanc.
Çavdêriyê anî ziman ku ev depo ku bû armanc ya Hibullahê ye.



