Artêşa Îsraîlê jî di nava rojê de 3 parêzgehên Sûriyê bombebaran kirin.
Çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku vê sibê balafirên Îsraîlê li parêzgeha Laziqiyê depoyek çekan yên Hizbullah li herêma El-Yahudiyê bombebaran kir.
Di encamê de 2 kes birîndar bûn û rewşa wan girane.
Heman demê, artêşa Îsraîlê erebeyek li nêzî sînorê Sûrî-Lubnanê yê li Şamê bombebaran kir.
Tê gotin ku ev erebe ya Hizbullah e ku dixwst ji Lubnanê derbasî Sûriyê bibe.
Her wiha dergehê Hizbullah yê ne-qanûnî Cermaş yê li rojavayê parêzgeha Humisê bombebaran kir.



