Asayîşê nasnameya 3 endamên xwe ku di dem û cihên cûda de şehîd bûne eşkere kir.
Asayîşê sersaxî ji malbatên her 3’ê şehîdan re xwest û soza tolhildan û şopandina riya şehîdan da.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê bi daxuyaniyên cûda nasnameya 3 endamên xwe ku di dem û cihên cûda şehîd bûn, eşkere kir.
Asayîşê da zanîn ku endamê wan Besam El-Hebîn li kantona Dêra Zor, Yasir El-Salih û Ehmed El-Fenûş li Hesekê dema li ser karên xwe bûn şehîd bûn.
Asayîşê li ser kesayet, berxwedan û tekoşîna her 3’ê şehîdan wiha got:
“hevriyên me nimûneya dilpakiya di xebatê de dihate nasîn, ji ber ku hertim hewl dida ewlehî û aramiyê li herêma xwe biparêzin.
Tevî şert û mercên zehmet her tim li pêş bû, bi fedakarî beşdarî her karî bûn.
Bi rihê hevkarî û hezkirina xwe di nav hevrêyên xwe de cihê xwe digirt û bi vê rihî li berxwedsan û têkoşiyan.”
Asayîşê dawiyê sersaxî ji malbatên her 3’ê şehîdan re xwest û soza tolhildan û şopandina riya şehîdan da.
Li gorî dauxyaniya navenda hêzên Asayîşê nasnameya Şehîdan wiha ye.

Nav û paşnav: Besam El Hebîb
Navê Bav: Xelef
Navê Dayikê: Rifa
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: El Şihêl- 1988//1/15
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Elbseyra -2023/10/5
Cih û Dîroka Şehadetê: El Şihêl -2024/10/15

Nav û paşnav: Ehmed Alftûş
Navê Bav: Hisên
Navê Dayikê: Fatima
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Ricm Alfeydat- 1/3/1983
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê- 2021/6/27
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-2024 /10/16

Nav û paşnav: Yasir El Salih
Navê Bav: Mehmûd
Navê Dayikê: Hemîde
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Hesekê-1/1/2002
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê-2024/1/25
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê- 2024/10 /14



