Duh Serokê demborî yê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir.
Çavdêr û şîrovekarên siyasî yên Bexdayê têkildarî serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê axivîn û gotin:
“Barzanî xeyala wê yekê dike ku bi rêya Tirkiyeyê bibe serokê Kurdistanê.”
Şîrovekarê siyasî Heysem Xezelî diyar kir ku hevkariyek mezin di navbera PDK’ê û Tirkiyê de heye û ev tişt got:
“Peywendiyek tam di navbera her du aliyan de heye.
Heta wê radeyê ku ketina Tirkiyê ji bo Herêma başûrê Kurdistanê bi hemahengiya Barzanî bû.
Axaftina Nêçîrvan Barzanî ya li Tirkiyê tenê nûnertiya wî dike.”
“Ji bo rawestandina destwerdana Tirkiyê pêwîstî bi hikumetek nû heye”
Heysem Xezelî anî ziman ku Parlementoya Başûrê Kurdistanê li gorî encamên hilbijartinê wê hikûmeta nû ava bike û got:
“Wê ji bo parastina serweriya Iraqê û rawestandina destwerdana Tirkiyê, bi hikûmeta Iraqê re hemahengiyek nû were danîn.”
Bedrî: Nêçîrvan Barzanî xwe nêzî Tirkiyê dike da ku bibe serokekî Kurd
Şîrovekarê siyasî Seîd Bedrî jî îdia kir ku Nêçîrvan Barzanî hewil dide ku bibe serokekî Kurd.
Seîd Bedrî diyar kir ku nêzîkbûna Barzanî ya li gel Tirkiyê xwedî armanceke stratejîke û weha dibêje:
Bedrî: Xeyalên Barzanî rê li ber dagirkeriya Tirkiyê vekiriye
“Barzanî xeyal dike bibe serokekî Kurd, ev dîmen nîşan dide ku Mesûd Barzanî bûye kesek derkirî.
Vê yekê wisa kiriye ku Tirkiyê dagirkeriya xwe ya li Iraqê berfireh bike.
Ji bo çareserkirina vê krîzê, rêyeke dirêj li pêşiya Bexdayê ye.
Bedrî tekez kir ku divê bi rêya dîplomasiyê, pirsgirêk werin çareserkirin.



