Îsraîlê ragihand ku serokê Hamasê Yahya Sinwar roja Çarşemê di pevçûneke li başûrê welêt de hatiye kuştin.
Daxuyaniya yekem ji aliyê Wezîrê karên derve yê Îsraîlê ve hate dayîn.
Piştre jî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku serokê Hamasê Sinwar hatiye kuştin.
Agahiyên ku di çapemeniya Îsraîlê de cih girtine diyar dikin ku Sînvar di encama êrişekî Îsraîlê de hatiye kuştin.
Di wêneyekî ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de, cenazeyên Yehya Sînwar hate dîtin.
Yehya Sînwar ji 6’ê Tebaxa 2024’an ve li şûna Îsmaîl Heniye bû serokê tevgera Hamasê.



