Dîrektorê CNR’ê Fabio Marcelli diyar kir ku ji bo girtina Rêber Apo divê peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî rast bi cih bê anîn û got:
“Divê di asta navneteweyî de zext li hikumeta Tirk bê kirin.”
Rêber Apo ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê tê ragirtin.
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve jî ti agahî jê nayê girtin.
Tirkiye ya ku endamê Konseya Ewropayê ye, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye û qebûl kiriye ku biryarên (DMME) bi cih bîne.
Fabio Marcelli: Divê zext di asta navneteweyî de li hikumeta Tirk bê kirin
Lê hîn jî biryara DMME’yê ya sala 2014’an a der barê Rêber Apo bi cih neaniye.
Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî û rêveberê Enstîtuya Lêkolînên Hiqûqê ya Navneteweyî Fabio Marcelli der barê mijarê de axivî.
Parêzerê lêkolîner Fabio Marcelli diyar kir ku ji bo ku mafên Rêber Apo neyê binpêkirin, divê hikûmetên navneteweyî, saziyên navneteweyî, akademî, rewşenbîr, tevgerên civakî û hwd. zextê li Tirkiyê bikin.
“Şert û mercên girtîgehê yên Rêber Apo pêkanîna dijmirovî”
Fabio Marcelli biryara DMME’yê ya sala 2014’an nirxand û got:
“Şert û mercên girtîgehê yên Rêber Apo beriya sala 2009’an ji aliyê dadgehê ve weke “pêkanîna dijmirovî” dihat binavkirin.”
Parêzer Marcelli da zanîn ku divê rewşa heyî careke din derbikeve pêşberî Dadgehê û banga serlêdana nû ya ji bo DMME’yê kir û wiha pê de çû:
“Di 18’ê Adara 2014’an de yanî beriya 10 salan biryara DMME heye.
Balkêş e ku di vê biryarê de dadgehê biryar da ku şert û mercên girtîgehê yên heta 17’ê Mijdara 2009’an li ser serlêdana Ocalan, pêkanînên dijmirovahî ye.
Bi taybetî li ser hatina girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê û zêdebûna hevdîtinan li ber çavan bê girtin, piştî vê dîrokê encameke berovajî derket holê.
Yanî, dadgehê rewşa girtina berî 17’ê Mijdara 2009’an û piştî wê ji hev cuda kir û biryar da ku şert û mercên girtina Ocalan ên piştî 17’ê Mijdara 2009’a binpêkirina Peymana Mafên Mirovan e.”
Banga ji bo zexta navneteweyî
Marcelli bi bîr xist ku ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve agahî ji Rêber Apo nayê girtin û wiha bi dawî kir:
“ji ber bersivdayîna neyînî ya dewleta Tirk a li ser serlêdanên malbat û parêzeran divê zextên navneteweyî li hikûmeta Tirk bê kirin. ”
Sendîkayek Skoçyayê ku xwedî 550 hezar andame ji Rêber Apo re azadî xwest



