Piştî kuştina serokê Hemasê Yehya Sinwar, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê kuştina fermandarê Hizbullahê yê herêma Tîbayê Mihemed Hisên Rîmal jî ragihand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê fermandarê Hizbullahê yê herêma Tîbayê Mihemed Hisên Rîmal kuştiye.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku artêşê li Xeza û başûrê Lubnanê nêzî 150 dever kirine armanc.
Hizbullahê der barê kuştina fermandarê xwe de heya niha tu daxuyanî nedane.



