Li welatên Ewropayê barana zêde û lehî bandorek neyênî li ser xelkê heremê dike.
Li Îtalyayê ji ber barana zêde li gelek deveran lehî rabû û di encamê de 1 kes jiyana xwe ji dest da.
Li paytexta Fransa Parîsê jî di encama baranê de darek ket xwarê û kesek mir.
Li Îtalyayê barana zêde rewşa jiyana welatiyan dixe metirsiyê.
Hat ragihandin ku zilamekî 75 salî yê ku dema li daristana nêzî Cenovayê dimeşiya di bin baranê de jiyana xwe ji dest da.
Di encama baranê de hat dîtin ku rêyên trenê yên li stasyona trenê ya bajarê Siena bi avê ketine.
Hat destnîşankirin ku xetên tramvayê yên li bajarê Floransa ji ber barana zêde zirar dîtine.
Li başûrê Fransayê lehî rabû
Li aliyê din li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de cih digirin, ji duh ve barana zêde û lehî bandorê li başûrê welat û derdora Parîsê dike.
Serokwezîr Michel Barnier diyar kir ku ev 40 sal in li başûrê Fransayê baraneke bi vî rengî nehatiye dîtin.
Michel Barnier diyar kir ku divê gel ji ber guherîna avhewayê ji bo rûbirûbûna felaket û xetereyên xwezayî zêdetir amade be.
Her wiha danê êvarê ji ber barana zêde li Parîsê li taxa 19’an a paytextê darek ket û ji ber barana zêde kesekî 49 salî jiyana xwe ji dest da.



