Hilbijartina Parlementoya Başûrê Kurdistanê bi dengdana taybet dest pê kir.
Li gorî agahiyan rêjeya tevlîbûna dengdanê sedî 97 derbas kir.
Li aliyê din hat ragihandin ku PDK’ê li Dihokê rêgezên ku Komîsyona Hilbijartinê diyarkirî binpê kir.
Her wiha hat diyar kirin ku di dengdana taybet de 21 hezar û 852 dengên şewitî hatine bikaranîn.
Duh proseya dengdana taybet ya dewreya şeşemîn ya Parlamentoya Herêma fedearal a Başûrê Kurdistanê destpê kir.
Hilbijartin ji aliyê Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê ve hate birêvebirin.
Proseya dengdana taybet li çar bazinên hilbijartinê , Kerkûk û li 7 parêzgehên Iraqê hat kirin.
Hezar û 191 namzet ku 368 jinin, ji bo bidestxistina 100 Kursiyên parlamentoyê dikevin pêşbirka hilbirtinê.
Çav li rêye ku hilbijartina giştî jî di 20’ê vê mehê de bê lidarxistin.
Lê berî wê dengdana taybet hate lidarxistin.
Di dengdana taybet de mafê 715 hezar û 960 dengderên ji hêzên ewlekariyê, girtî û kesên nexweş û ji wan re biyometri hatiye çêkirin, hebû.
Rêjeya tevlîbûna dengdana taybet ji sedî 97 derbas kir
Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ji bo dengdana taybet 165 navend û 749 rawestgehên dengdanê amade kir.
Beşdariya dengdanê ji sedî 97 derbaz kir.
Li Helebce 15 îtîraz li ser proseya dengdana taybet hatin kirin
Li parêzgeha Helebce jî 15 îtîraz li ser proseya dengdana yabet hatin kirin.
Di dengdana taybet de 21 hezar û 852 dengên şewitî hatin bikaranîn
Hat eşkere kirin ku di dengdana taybet ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de 21 hezar û 852 dengên şewitî hatine bikaranîn.
Encamên tevahiya dengên dengdana taybet;
- PDK: 47 hezar û 767 deng
- YNK: 31 hezar 530 deng
Li gor parêzgehan encamên dengdana taybet:
Parêzgeha Silêmaniyê
- YNK: 26 hezar û 361 deng
- PDK: 2 hezar û 978 deng
Parêzgeha Hewlêrê
- YNK: 3 hezar û 491 deng
- PDK: 25 hezar û 677 deng
Parêzgeha Dihokê
- YNK: Hezar û 161 deng
- PDK: 19 hezar û 105 deng
Parêzgeha Helebce
- YNK: 517 deng
- PDK 7 deng



