2 deriyên sînor ên navbera Sûriye û Lubnanê de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê 2 deriyên sînor ên nefermî yên navbera Sûriye-Lubnanê bombebaran kirin.
Li gorî SOHR, deriyên sînor ê li herêma Qebeş ê nêzî bajarokê Qeser ê Lubnan û deriyekî din li herêma Qesîr ê başûrê rojavayê Humisê hatin bombebarankirin.
Têkildarî qurbaniyan agahî nehatin parvekirin.
Li gorî SOHR, artêşa Îsraîlê ji destpêka vê Cotmehê ve 24 êriş (21 hewayî û 3 bejahî) li Sûriyê pêk aniye.



