Di êrişên dawî yên artêşa Îsraîlê ên li ser navend û başure Lubnanê de 5 kes mirin.
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi balafireke bêmirov a ku ji Lubnanê hatibû şandin bû armanc.
Berdevkê hikûmeta Îsraîlê got: Di dema êrîşê de Serokwezîr û hevjîna wî ne li malê bûn û ti windahiyên canî çênebûn.
Li navend û başure Lubnanê, di êrişên dawî yên artêşa Îsraîlê de 5 kes mirin.
Navenda Operasyonên Lezgîn a Tenduristiya Gel a Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê li ser êrişan daxuyaniyek da.
Navendê diyar kir ku hêzên Îsraîlê êrişî wesayîteke ku li ser rêya Junye ya ku ber bi Beyrûtê ve diçû kirin.
Di encama êrişê de hat ragihandin ku 2 kes mirin.
Her wiha hat gotin:
Di êrişa Îsraîlê ya li ser bajaroka Zefta ya li başûrê welêt de jî 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Lê belê der barê êrişan de ji aliyê Îsraîlê ve tu daxuyanî nehat dayîn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8’ê Cotmeha 2023’an heta niha 2 hezar û 412 kes jiyana xwe ji dest dane, 11 hezar û 267 kes jî birîndar bûne.
Netanyahu bi balafireke bêmirov a ku ji Lubnanê hatibû şandin bû armanc
Li aliyê din, li hemberî êrişên Îsraîlê bersivdayîna Hizbullaha Lubnanê jî her diçe dijwartir dibe.
Îsraîlê ragihand ku Netanyahu bi balafireke bêmirov a ku ji Lubnanê hatibû şandin bû armanc.
Hat eşkere kirin, balafira bêmirov li bajarê qeraxê Qayserya ku mala Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu lê ye, li “avahiyekê” xist.
Berdevkê hikûmeta Îsraîlê: Serokwezîr û hevjîna wî ne li malê bûn
Berdevkê hikûmeta Îsraîlê diyar kir ku armanca êrişê Serokwezîr Netanyahu bû û got:
Di dema êrîşê de Serokwezîr û hevjîna wî ne li malê bûn û ti windahiyên canî çênebûn.
Li peravê bajarê Qayserya ku 50 kîlometre dûrî Tel Avîvê ye, havîngehek a Netanyahu heye.
UNIFIL: Tankeke Îsraîlê gule li birca çavdêriyê ya UNIFILÊ reşandin



