Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku di 29’ê Tîrmeha 2018’an de li Metîna Şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê soza xwe ya domandina têkoşîn û armancên şehîdan nû kir û got:Hevrêyên me Sorxwîn, Ezda û Îlyas bi sekin, têkoşîn û îradeya xwe bûn milîtanên me yên mînak.
Em bi têkoşîna li gel wan, serbilind in.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Sorxwîn, Ezda û Îlyas xwest û got:
Weke hevrêyên wan em bi têkoşîna li gel wan, serbilind in.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarê têkoşîna şehîdên xwe.
HPG: Hevrê Sorxwîn bi sekna xwe bû şervaneke YJA Starê ya mînak
HPG’ê li ser têkoşîna şehîd Sorxwîn Çiya ev nirxandin kir:
Hevrêya me Sorxwîn li navenda Dîgor a Qersê di nava malbateke welatparêz de hate dinê.
Hîna di salên zarokatiyê de li hemberî dijmin bû xwedî hêrs.
Tevlîbûna nava refên gerîla xeyala wê ya zarokatiyê bû.
Ji bo pêkanînê di sala 2007’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Bi îdîaya bûyîna layiqê şehîdan beşdarî her xebatê bû û bû xwedî pratîkek serketî.
Hevrêya me Sorxwîn li dijî çeteyên DAÎŞ’ê jî di çalakiyên serketî de cih girt û hêza îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê da.
HPG: Hevrê Ezda Cûdî di kesayetiya xwe de xeta jinê ya azad a PAJK’ê temsîl kir
Li ser kesayet, têkoşîn û sekna şehîd Ezda Cûdî jî wiha got:
Hevrêya me Ezda li navçeya Silopiya ya Şirnexê nava malbateke welatparêz de hate dinê.
Herî zêde li dijî kevneşopiyên di nava civakê de li jinê hatine ferzkirin, sekinî.
Fêm kir ku dijmin bi van polîtîkayan dixwaze jinên Kurd ji têkoşîna me dûr bixe.
Li ser vî esasî sala 2012’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Ezda, weke gerîlayeke YJA Starê bi wezîfeyên xwe yên pêşengiyê zane bû.
Di kesayetiya xwe de xeta jinê ya azad a PAJK’ê temsîl kir.
Hevrêya me Ezda ku li gelek qadên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî têkoşiya, sala 2016’an berê xwe da herêma Metîna û heta şehadetê li wir têkoşiya.
Li gorî daxuyniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya her 3 şehîdan wiha ye:

Nasnav: Sorxwîn Çiya
Nav û Paşnav: Kader Duman
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayik: Perîşan
Navê Bav: Gaffar
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2018’an / Metîna

Nasnav: Ezda Faraşîn Cûdî
Nav û Paşnav: Heyhat Turan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Faniye
Navê Bav: Bahattîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2018’an / Metîna

Nasnav: Îlyas Aydin Gul
Nav û Paşnav: Sabahattîn Tanriverdî
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayik: Yuksel
Navê Bav: Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2018’an / Metîna



