Li Dêrikê 116 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.
Her wiha xelkê Holê jî şehîd Bêrîtan bi bîranîn.
Li Dêrikê jî 116 cangoriyên azadiyê ku li cih û di demên cuda de şehîd bûbûn hatin bibîranîn.
Li wir, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Hacî bal kişand ser têkoşîna pêkhateyên herêmê ya li hember zilm û dagirkeriyê û got:
“Divê em xwedî li armancên şehîdên xwe derkevin.”
Dawiyê de, sînevîzyoneke bi wêneyên şehîdan û nirxandinên Rêber Apo hat temaşekirin.
Xelkê Holê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Her wiha, 25ˈê Cotmehê salvegera 32ˈan a şehadeta têkoşer Şehîd Bêrîtan ango (Gulnaz Karataş) e.
Bi vê boneyê, Meclisa Jinan a Rêxistina PYDˈê ya bajarê Holê civînek li dar xist.
Di civînê de, têkoşîna şehîd hat vegotin û hate diyarkirin ku şehîd Bêrîtan li hemberî xeta xiyanet û teslîmkariyê bûye mînak.



