Konferansa Perwerdeyê ya Navneteweyî ya Yekemîn a bi navê “Veguherînên Perwerdeyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn” li avahiya Zanîngeha Kobanê tê lidarxistin.
Konferansa Perwerdeyê ya Navneteweyî ya Yekemîn a bi navê “Veguherînên Perwerdeyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn” ku ji aliyê Zanîngeha Kobanê ve hatiya organîzekirin, vê sibehê li avahiya zanîngehê dest pê kir.
Rêveberên zanîngehên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê beşdarî konferansê bûne.
Piştî deqeya rêzritin, li qeyda deng a fermandarê giştî yê QSDˈê Mezlûm Ebdî guhdar kirin. Ebdî di axaftina xwe de got: “Bawer dikim ku ev konferans wê roleke girîng di pêşxistina proseya perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bilîze.
Ji bo avakirina hewayeke guncaw ji xwendekarên we re divê em bixebitin.
Her wiha em xwendekarên ku di çend rojên dawîn de ji zanîngehê derçûne silav û pîroz dikin.
Em bi hêvî ne ku xwendekar roleke mezin û sereke di pêşxistina rewşa civakî û Rêveberiya Xweser de bilîzin. Destpêka şoreşê gelek pirsgirêk li pêşiya xebatên perwerdeyê de hebûn, lê tevî van pirsgirêkan gelê me hêmanên pêwîst ên pêşxistina proseya perwerdeyê de danî.
2 pirsgirêkên sereke li pêşiya projeya perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Yek: Mijara neqebûlkirinê ya ji aliyê hikumeta Şamê û hin aliyên din ên derve ve ye.
Em van wekî astengî nabînin, lê bi pêşxistinê em dikarin pirsgirêkan derbas bikin. Pirsgirêka din divê minhacekî giştî ku daxwazên zanistî yên xwendekarên xwe were danîn.
Dibînin ku saziyên me yên perwerdeyê ji bo vê yekê jî kar dikin.”
Piştre endamê Komîteya Zanistî ya Zanîngeha Kobanê Mihemed El Berho axivî û bi van gotinan bal kişand ser armancên lidarxistina vê konferansê ” Pevguhertina ezmûnan di navbera sektor û saziyên perwerdeyê yên cihêreng de, fêmkirina çawaniyên pêşxistina rêbazên perwerde û fêrkirinê, piştgirîdayîna lêkolînê di warê pêşkeftina teknolojiya perwerdeyê de, baştirkirina rêbaz û amûrên di perwerdekirinê de têne bikaranîn, nasandina xebatên zanîngehên Bakur û û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina wan, çavdêrîkirina kalîteya xwendinê bi awayekî ku hevsengiyek di navbera hejmar û kalîteya xwendinê de pêk bîne, da ku karibin ji bo pêşxistina perwerdeyê biryarên girîng bigirin.”
Mamosteyê Pedagojîk ê Zanîngeha Şerq Dr. Ela Eyaş semînerek li ser rolên mamoste di ronahiya fêrbûna dîjîtal de da. Eyaş bandora teknelojiiya li ser proseya perwerdeyê vegot.
Piştre dayîna semînerê beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman.
Mamoste û lêkolînerê tevgerên civakî Raul Zibaki û mamosteyê zimannasiyê Luqman Guldivê ku bi rêya online beşdar bûn, têgeghên nû yên perwerdeyê û ezmûnên perwerdeyê yên li welatan şîrove kirin.
Li gorî komîteya amadekar a konfransê, li gel mamostayên li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyêyeyê dê mamosteyên ji DYA, Ûrûgûay, Yemen, Lîbya û Almanyayê jî bi rêya online beşdar bibin.
Di konferansa ku dê heya sibe dewam bike de wê 3 mijar (Teknolojiya perwerdehiyê û veguherîna dîjîtal, pirsgirêkên perwerdehiyê yên di saziyên perwerdehiyê de û awayên çareseriyê, pêşxistina behreyên jiyanî û pîşeyî, lêkolîn û nûbûn di perwerdehiyê de) werin nîqaşkirin.



