Welatiyên kantona Tebqayê diyar kirin ku azadiya Rêber Apo armanca tevahî gelan e û gotin: “Ji bo şikandina pergala êşkence û qirkirinê divê her kes dengê xwe bilind bike.
Heya misogerkirina azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê geş bikin.
Divê civaka navneteweyî bi rola xwe rabin û zextê li Tirkiye bikin.”
Welatiyên kantona Tebqayê pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê heya pêkanîna azadiya wî têkoşîna xwe bidomînin.
Welatiyê bi navê Omer El Ayîd diyar kir ku ramanên azad ên Rêber Apo bûne bingeha jiyana wan û got:
“Armanca pirojeya neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşkêşkirin, biratiya gelan û jiyana hevbeş e.
Îsbata vê yekê têkiliyên bi hev re yên tevahî pêkhateyên herêmê ye.
Tu ferq û cuhdahî naxe navbera mezheb, zayend an netewe.
Pêkanîna ramanên Rêbertî mîsogeriya serketina me ye.”
“Ji bo azadiya Rêber Apo divê têkoşîn were xurtkirin”
Welatiyê bi navê Bekir Reşo jî diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo tevahî gelan pêwîstiyek e û ev yek anî ziman:
“Ji bo şikandina pergala êşkence û qirkirinê divê her kes dengê xwe bilind bike.
Divê têkoşîn were xurtkirin.”
“Rêbertî şerê kapîtalîzmê kir û daxwaza azadiya gelên bidest kir”
Welatiyê bi navê Ebdulkerîm El Ehmed jî bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî ya li hemberî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û wiha anî ziman:
“Rêbertî şerê kapîtalîzmê kir, daxwaza azadî û rumeta gelên bidest kir.
Divê rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî li hemberî pêkanînên li dijî wî têne kirin ji bêdengiya xwe derkevin û rola xwe bi cih bînin û zextê li Tirkiye bikin.”



