Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li navenda Rewşen Berdxan ya li Silêmaniyê beriya her kesê dengê xwe kara anî.
Dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê destpê kir.
Li navenda dengdanê ya li dibistana Rewşen Berxdan ya li Silêmaniyê, serokê YNK’ê Bafil Talebanî beriya her kesê çû navendê û dengê xwe bikaranî.
Piştî dengê xwe da, Bafil Celal Talebanî daxuyaniyek da û got:
“Em ê dawî li vê desthilata yek kesî bînin.”
Bafil Talebanî spasiya Mazlum Ebdî kir
Bafil Talebanî spasiya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî kir û got:
“Ez spasiya piştgiriya Mazlum Ebdî dikim, ew birayê mine.”



