Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li gundewarê Şamê piştî girtina du ciwanan di navbera hêzên hikumeta Şamê û ciwanên bajarokê Zakiya de şer derket.
SOHR têkildarî sedema şer de diyar kir ku dewriyeya hêzên hikumeta Şamê ya benda kontrolê ya “Zeytî” bi awayekî ketober gule li du ciwanên reşandin, piştre revandin.
SOHRˈê da zanîn ku ciwanên bajarokê Zakiya bersiva revandina her du ciwanan da û şer di navbera wan û hêzên Şamê de derket.
Tê gotin ku hejmarek leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûne.
Li gorî SOHR, hêzên hikumeta Şamê hêzeke leşkerî ya mezin li derdora bajarokê bi cih kir.
Li bajarokê Zakiye, alozî hîn dewam dike. Metirsiyên şêniyan hene ku rewş aloztir dibe.
Bajarokê Zakiye girêdayî navçeya Kiswê yê gundewarê Şamê ye.
Meheke bajarokê ji aliyê “Firqeya 4ˈan” ya hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçêkirin.



