Li gorî ajansa ROJNEWS’ê PDK’ê carek din welatî ji Bakurê Kurdistanê aniye da ku di hilbijartinê de dengên wan bikarbîne.
PDK mîna her carê di vê hilbijartinê de jî serî li rê û rêbazên sixtekariyê dide.
Di vê çarçoveyê de PDK’ê ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gelek kes aniye Başûr daku dengê xwe bidin PDK’ê.
Li gor çend wêneyên ku ajansa ROJNEWS’ê belav kiriye, diyar dibe PDK’ê hejmarek welatî bi pasaportên Tirkiye aniye îdareya serbixwe ya Soran a ser bi Hewlêrê da ku li wê derê dengên xwe bikarbînin.
Beriya wê jî di 15’ê Cotmehê de ROJNEWS’ê di nûçeyek xwe de eşkere kiribû ku PDK’ê 1500 kes ji Bakurê Kurdistanê aniye Başûr da ku dengên wan ji bo xwe bikarbîne.



