Daxuyaniyên Îlham Ehmed, bi taybet ên derbarê doza penaberên Sûriyê ji naveroka xwe ya rast hat derxistin.
Hat belvakirin ku Ilham Ehmed gotiye, Sûriyeyiyên bi pêkanîna sûcan tawanbarkirî, yan jî gûman pê hene, bêyî şert û mercan pêşwazî bike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser vê yekê daxuyanî da û got: Tu rastiya van gotinan nînin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji malpera NTV a Almanî re li ser gelek dozên li qada Sûriyê ku pêdiviya wan bi hevkariyeke navneteweyî heye, di serî de doza penaberên Sûriyê, axivîbû.
Ew yek jî li ser rêzebiryar û tedbîrên ku gelek hikumetên Ewropayê di vê dawiyê de dane pêk hat.
Li gel wê yekê bandora şerê li Lubnanê jî li ser vê dosyayê heye.
Wan hemû hişt bi hezaran Sûriyê birevin û vegerin welatê xwe.
Lê mixabin, daxuyaniyên Îlham Ehmed bi taybet ên derbarê doza penaberên Sûriyê ji naveroka xwe ya rast hat derxistin û wê jî di raya giştî de nîqaşek çêkir.
Ji ber wê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
Daîreyê got,
Tiştên ji bo me hatine gotin ku, Rêveberiya Xweser amade ye Sûriyên bi pêkanîna sûcan an jî gûman pê hene bêyî şert û mercan pêşwaz bikin, ne rast in.
Tu rastiya van gotinan tune ye.
Axaftina Îlham Ehmed derbarê penaberên Sûriyê yên dixwazin bi dilxwazî vegerin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.
Ev daxuyaniya Îlham Ehmed li gorî bangên berê yên Rêveberiya Xweser pêk hatin ku gelek caran diyar kir ku ew amade ye hevkariyê bike û pabendî tevahî berpirsiyarên mirovî yên têkildarî dosyaya penaberên Sûriyê ye.
Ji ber vê yekê têkilî bi NYʹê û tevahî aliyên navneteweyî yên têkildar re hatin kirin ku çareseriyên maqûl ji bo sivikkirina êşên Sûriyan werin dîtin.
Ji bo pêkanîna van armancan, pêwîste cıvata navneteweyî piştgiriyê bide hewldanên Rêveberiya Xweser ên têkildarî dosyaya penaberên Sûriyê yê.
Rêveberiya Xweser careke din diyar dike ku peydakirina jîngeheke ewle ji vegerandina penaberên Sûriyê re şerteke bingehîne.
Daîreyê diyar kir ku ji bo pêkanîna van rewşan divê girîngiyek ji dosyaya Sûriyeyê re were dayîn, kanalên guncaw ji bo hevkariyeke navneteweyî û herêmî ya aktîf bi civakên xwecih re werin dabînkirin.
Ji wê zêdetir divê xwe bispêrin çareyeke siyasî ya giştî ya li gorî biryarên NYʹê, aştî û îtîqrar ji tevahî Sûriyeyan re werin misogerkirin.
Lê heta rewşên bingehîn û guncaw pêk bên, Rêveberiya Xweser bi berpirsiyariyên xwe yên mirovî û exlaqî derbar dosyaya penaberan de radibe û Sûriyên ji ber şerê li Lubnanê direvin pêşwaz dike.



