Îro salvegera 7. a rizgarkirina Reqayê ye.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi vê boneyê şahiyek li Reqayê li dar xist.
Beşdaran eşkere kirin ku bi hevgirtina gel hemû planên çeteyan têk çûn.
“Me bi rihê şehîdan bajarê xwe rizgar kir, em ê heta têkbirina dagirkeriyê û bidestxistina azadiyê têkoşînê bidomînin”
Bi vê dirûşmeyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk salvegera 7’an a rêzgarkirina Reqayê ye pîroz kir.
Pîrozbahî li stadyuma Beledî ya li bajêr bi beşsariya bi hezaran ji xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
hinek beta bide
Hisên Osman: Em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin
Di şahiyê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêvberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman axivî û salvegera rizgarkirina reqayê li beşdaran pîroz kir
Hisên Osman got:
“Ev rizgarkirin bi biryar û îradeya azad a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û israra şervanên QSDˈê pêk hat.
Şervanan di pêngava rizgarkirinê de wateyên mezin ên berxwedan û fedakariyê nîşan ku li tavahiya cîhanê bûne sembola berxwdanê.”
Osman diyar kir ku wekî Rêveberiya Xweser ew bi israr in destkeftiyên gelê xwe biparêzin, şaneyên çeteyên têk bibin û piştevaniya hêzên ewlehî û yên leşkerî bidomînin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêvberiya Xweser ya Reqayê Hêvîn Ismaîl jî diyar kir ku hevgirtina gelên herêmê hemû planên çeteyan têk bir.
Her wiha Yek ji Fermandarên Meclisa Reqa a Leşkerî Siwar Reqa jî li wir axivî û soza pêkanîna armancên şehîdnan da.
Di şahiyê de Hevserokên Rêveberiya Xweser a Reqayê, malbatên şehîdan, gaziyên şer û hêzên QSD’ê hatin xelat kirin.



