Li Zanîngeha Kobanê 19ʹê Cotmehê Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya yekemîn bi navê ʹVeguherînên Perwerdehiyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanînʹ hat lidarxistin.
Piştî nîqaşên 2 rojan konferans bi encamnameyekî ku ji 21 xalan pêk tê bi dawî bû.
Di 19’ê Cotmehê de li bajarê Kobanê Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî a Yekemîn hat lidarxistin.
Konferans bi navê “Veguherînên Perwerdehiyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn” ji aliyê Zanîngeha Kobanê ve hat organîzekirin.
Rêveberên zanîngehên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê beşdarî konferansê bûne.
Konferansê 2 rojan dewam kir û bi daxuyanî û encamnameyekê ku ji 21 xalan pêk tê bi dawî bû.
Daxuyanî ji aliyê Mamosteyê Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Aras Hiso ve hat xwendin.
Aras Hiso diyar kir ku û ev konferans nûnertiya civateke zanistî, navxweyî û navneteweyî dike û got:
“Em hêvîrarin ku ev encamên vê konferansê di qadên perwerdehiyê de werin pêşxistin û karên kêrhatî ji bo pêşeroja zarokan derkeve holê.”
Beşeke ji encamên konferansê wiha ye:
- Pêşxistina wane, mifredat, komxebat, çalakiyên ramyarî û ramanê azad.
- Zêdekirina dibistanan û avakirina qonaxa dîplomaya perwerdehiyê.
- Damezrandina pirtûkxaneyeke dewlemend bi çavkaniyên zanistî û sepanên fêrkirinê.
- Pêwendiya di navbera xwendekarên zanîngeha Kobaniyê û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zanîngehîn dîtir re were xurtkirin.



