Li Dêrelûkê di navbera Gerîlayên Azadiya Kurdistan û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar derket û artêşa tirk derbên giran ji gerîlayan xwar.
Li gor çavkaniyên herêmî hate ragihandin ku duh bi şev li bajarokê Dêrelûkê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve di navbera Gerîlayên Azadiya Kurdistan û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar qewimî.
Hate ragihandin ku artêşa Tirk adagirker bi dijwarî Çiyayê Metîna bombebaran kir.
Her wiha li gor heman çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker li deverê dest bi operasyonek ya dagirkeriyê kiriye lê li rastî berxwedana Gerîlayên azadiyê hat û derbên giran ji gerîlayan xwar.



