Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li bakurê Xezayê de, fermandarekî wê hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê li bakurê Xezayê de efserekî payebilind bi navê Îhsam Dekse (41) ku bi xwe fermandarê Lîwa 410ʹan e, hat kuştin.
Artêşê diyar kir ku efserekî “Tûgaya 52” ya Lîwa 401ʹê bi Dekse re bû, ew jî bi giranî birîndar bû.
Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de ji 7ʹê Cotmeha 2023ʹyan ve dewam dike.
Îsraîl bi bejahî û esîmanî êrişên dijwar pêk tîne.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê di encama şer de zêdetirî 42 kes hatine kuştin.
Di vê dawiyê de Îsraîl bi bejahî û esîmanî êrişî Lubnanê dike, li kêleka wê jî carcaran êrişên herêmên Sûriyê jî dike



