Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan der barê pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê de peyamek parve kir.
Di peyama xwe de ji Serokkomarê Tirk ê AKP’î Erdogan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re pirsa “Çima hiqûq nayê pêkanîn?” kir.
Omer Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku ew dixwazin mafên xwe yên li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî, bi kar bînin û got:
“Ji bo me tenduristiya Birêz Ocalan girîng e.
Em dixwazin weke malbat biçin Îmraliyê û mafê xwe yê hevdîtinê bi kar bînin.
Serlêdanên me hene, çima hiqûq nayê pêkanîn?”
Omer Ocalan di biniya parvekirina xwe de Serokkomarê Tirk ê AKP’î Erdogan, Serokkomarî, Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç û Wezareta Dadê etîket kir.
KCDK-E: Em seferberiyê îlan dikin, 16’ê Mijdarê li Kolnê bicivin



