Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer li ser rewşa koçberiyê axivî.
Hesen Koçer got: “Em ê her derfeteke xwe bi gelên Sûriyeyê re parve bikin.
Em hewl didin ji pêwîstiyên hemû gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bibin bersiv.”
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer li ser rewşa koçberiyê axivî.
Hesen Koçer bi nirxandina siyaseta berjewendiyan a dewleta Tirk û dewletên herêmê ya li ser koçberan dest bi axaftina xwe kir û got:
“Ji sala 2023’an û vir ve hin dewletên mîna dewleta Tirk rewşa koçberên Sûriyeyî timî di rojevê de hiştin. Ev yek jî ne ji bo xêra koçberan kirin.
Armanca esasî ya van welatan siyaseta berjewendiyan bû ku li ser koçberan didan meşandin.
Ev berjewendî jî bi giranî li ser armanca sûdwergirtina aborî bû.”
Hesen Koçer: Dewleta Tirk koçber weke hêzeke çekdar bi kar anî
Hesen Koçer li ser siyaseta dewleta Tirk ku li ser koçberan dide meşandin jî wiha anî ziman:
“Bi taybetî polîtîkaya ku dewleta Tirk li ser koçberan meşand gelekî qirêj bû
Dewleta Tirk koçber ne tenê kir amûreke siyasî.
Di heman demê de ev koçber di nava komên çete de weke hêzeke çekdar bi kar anî.
Bi vî rengî xwest siyasetê li ser dewletên Rojhilata Navîn û herêmê bimeşîne, ji bo karibe armancên xwe yên herêmî bi cih bîne, ew bi kar anî.”
Hesen Koçer: Her ku şer dirêj bike wê krîza koçberiyê jî kûr bibe
Hesen Koçer anî ziman, ji bo koçberan divê aliyên pêwendîdar erken xwe bi cîh bînin û wiha anî ziman:
“Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em her tim bi pîvanî nêzî pirsgirêka penaberan bûn.
Bİ taybetî penaberên Sûriyeyî yên li başûrê Lubnanê bi xetereyeke cidî re rû bi rû ne. Me li ser vê bingehê maseyeke krîzê ava kir.
Heta niha nêzî 20 hezar koçber derbas bûn û ev hejmar her roj hîn zêde dibe.
Divê hikumeta Şamê jî erkên xwe bi cîh bîne.
Hesen Koçer: Saziyên navneteweyî divê ji bo koçberan piştgiriyê bidin
Hesen Koçer diyar kir ku divê saziyên nereweyî pişgiriyê bidin koçberan û wiha bi dawî kir:
“Diyar e ku ev şer jî wê dewam bike. Lewma rewşa penaberan ewqasî baş nîne.
Weke Rêveberiya Xweser em ê tişta ji destê me tê ji bo penaberan bikin.
Ji bo vê jî divê saziyên alîkariyê yên navneteweyî di vê mijarê de piştgiriyê bidin.
Di heman demê de divê hikumeta Şamê jî berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên Sûriyeyê bi cih bîne.
Lê belê heta niha kesî ev wezîfeya xwe bi cih neaniye.”



