Malpera Herkulê ragihand ku Fetullah Gulen ê ku Tirkiye wî bi darbeya 15’ê Tirmehê sûcdar dikir jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyê malpera Herkul a ku berdevkiya Gulen dike, Gulen rakirine nexweşxaneyê û li wir miriye.
Biraziyê Fethullah Gulen, Ebuselam Gulen jî di hesabê xwe yê medya dîjîtal de mirina wî piştrast kir.
Tirkiyê radestkirina Fethullah Gulen ji Amerîkayê xwestibû
Fethullah Gulen ê 83 salî, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dima.
Tirkiyê radestkirina Fethullah Gulen ji Amerîkayê xwestibû.



