Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê PDK nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.
Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê di 18’ê cotmehê de dengdayin hate kirin.
Duh jî hilbijêran di hilbijartinên giştî de dengê xwe dan.
5 jê kota ji bo 100 parlamenteran deng hatin dayin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê da zanîn ku rêjeya tevlibûnê ji sedî 72 ye.
Li çar herêmên hilbijartinê rêjeya dengan ên partiyan diyar bûn.
Dezgehên ragihandinê yên li herêmê daneyên cuda parve dikin lewma hêj tam ne diyar e ka kîjan partiyê çend kursî bi dest xistine.
Li gorî encamên nefermî PDK bû partiya yekemîn, YNK duyemîn û Nifşê Nû jî bû partiya sêyemîn.
PDK’ê nekarî hejmareke ku bikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike bi dest bixe.
Li gorî daneyên nefermî yên li ser medyaya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hatine parvekirin, rêjeya dengan a partiyan wergirtin wiha ne:
HEWLÊR
% 99’Ê SINDOQAN HATINE VEKIRIN
Li Hewlêrê % 99’ê sindoqan hatine vekirin
Li gor wê: PDK’ê 302 hezar deng bi dest xistin, YNK 96 hezar û 719 deng, Nifşê nû 96 hezar û 395 deng ,Yekgirtûya Îslamî 22 hezar û 722 deng, Tevgera Helwest 15 hezar û 527 deng, Eniya Gel 8 hezar û 792 deng, Bizotnewa 3 hezar û 577 deng bi dest xistin.
PDK – 302 HEZAR
YNK – 96 HEZAR Û 719
NIFŞÊ NÛ – 96 HEZAR Û 395
YEKGIRTÛYA ÎSLAMÎ – 22 HEZAR Û 722
TEVGERA HELWEST – 15 HEZAR Û 527
ENIYA GEL – 8 HEZAR Û 792
BIZOTNEWA – 3 HEZAR Û 577
SILÊMANIYÊ
% 97’Ê SINDOQAN HATINE VEKIRIN
Li Silêmaniyê % 97’ê sindoqan hatine vekirin
Li gor wê: Li Silêmaniyê jî YNK’ê 215 hezar û 644 deng bi dest xistin, Nifşê Nû 126 hezar û 345 deng, PDK’ê 52 hezar û 223 deng,Yekgirtûya Îslamî 40 hezar û 373 deng, Komela Dadgerî 34 hezar û 256 deng, Tevgera Helwest 26 hezar û 783 deng, Eniya Gel 18 hezar û 303 deng, Bizotnewa 9 hezar û 444 deng bi dest xistin.
YNK – 215 HEZAR Û 644
NIFŞÊ NÛ – 126 HEZAR Û 345
PDK – 52 HEZAR Û 223
YEKGIRTÛYA ÎSLAMÎ – 40 HEZAR Û 373
KOMELA DADGERÎ – 34 HEZAR Û 256
TEVGERA HELWEST – 26 HEZAR Û 783
ENIYA GEL – 18 HEZAR Û 303
BIZOTNEWA – 9 HEZAR Û 444
DIHOK
% 94’Ê SINDOQAN HATIN VEKIRIN
Li Dihokê % 94’ê sindoqan hatin vekirin
Li gor wê: PDK’ê 344 hezar û 500 deng bi dest xistin, Yekgirtûya Îslamî 38 hezar û 677 deng, Nifşê Nû 42 hezarû 45 deng, YNK’ê 25 hezar û 111 deng,Tevgera Helwest 7 hezar û 447 deng, Komela Dadgerî 3 hezar û 345 deng, Eniya Gel 2 hezar û 368 deng bi dest xist.
PDK – 344 HEZAR Û 500
YEKGIRTÛYA ÎSLAMÎ – 38 HEZAR Û 677
NIFŞÊ NÛ – 42 HEZAR Û 45
YNK – 25 HEZAR Û 111
TEVGERA HELWEST – 7 HEZAR Û 447
KOMELA DADGERÎ – 3 HEZAR Û 345
ENIYA GEL – 2 HEZAR Û 368
HELEBÇE
% 98.5’Ê SINDOQAN HATIN VEKIRIN
Li Helebçe ji sedî 98.5’ê sindoqan hatin vekirin
Li gor wê: YNK’ê 10 hezar û 429 deng bi dest xist, Yekgirtûya Îslamî 7 hezar û 369 deng, PDK’ê 4 hezar û 416 deng, Nifşê Nû 4 hezar û 439 deng, Komela Dadgerî 3 hezar û 964 deng, Tevgera Helwest hezar û 186 deng,Eniya Gel 604 deng, Bizotnewa 179 deng bi dest xist
YNK – 10 HEZAR Û 429
YEKGIRTÛYA ÎSLAMÎ – 7 HEZAR Û 369
PDK – 4 HEZAR Û 416
NIFŞÊ NÛ – 4 HEZAR Û 439
KOMELA DADGERÎ – 3 HEZAR Û 964
TEVGERA HELWEST – HEZAR Û 186
ENIYA GEL – 604
BIZOTNEWA – 179
Hilbijartinên giştî ya parlementoya Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin


