Li peravên başûr ên Myanmarê, keştiyek ku barekî giran lê bû û nêzî 30 kes tê de bûn, noqî binê avê bû.
Hate ragihandin ku herî kêm 11 kes mirin, yên din jî winda ne.
Rahîbekî Bûdîst ê ji gundê Kyauk Kar ê li herêma Tanintharyi ya li başûrê Myanmarê daxuyaniyek da AFP’ê.
Rahîbê Bûdîst diyar kir ku sibeha Yekşemê 10 û îro jî cesedek dîtin.
Rahîb got:
“Keştî êvarê saet di 9’an de ji gund veqetiya, ku ev yek saeteke gelekî dereng bû. Barê xwe zêde bû û noqî binê avê bû.”
Heman çavkanî diyar kir ku di keştiyê de zarok û ciwan hebûn ku piştî betlaneya du hefteyan vedigeriyan Myeikê ku dibistanên wan lê ye.
Li Myanmarê ji ber kêmasiya di binesaziyê û sistbûna ewlekariyê, qezayên keştiyan gelek caran rû didin.
Keştiyên li peravê û li nava çem diçin bi giranî barê wan zêde ye.



