Meclîsa Navneteweyî ya Vîetnamê, îro dest bi pêvajoya hilbijartina serokkomarekî nû dike.
Ev hilbijartin piştî aloziya siyasî ya li welêt ku di demên dawî de zêde bûne, pêk tê.
Seroka Komîteya Karên Parlamenteran Nguyen Thanh Haî, di daxuyaniya xwe de got:
“Komîteya Navendî ya Partiyê, namzetên guncaw ên ji bo erka serokkomariyê diyar kir û ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclîsa Neteweyî kir.”
Li Vîetnamê, guhertinên serokkomariyê yên di bin rêveberiya komunîstan de, ji bo parastina aramiyê gelek caran bi baldarî tên birêxistinkirin.
Lê belê ji sala 2021’an û vir ve, destwerdanên berfireh ên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî gendeliyê de hatin kirin, gelek kesayetên payebilind ji wezîfeyê hatin dûr xistin.
Avaniya rêveberiya welêt, xwe dispêre çar pozîsyonên navendî:
Sekreterên Giştî, Serokkomar, serokwezîr û Serokê Meclîsa Navneteweyî.
Serokkomarê heyî To Lam, piştî mirina Nguyen Phu Trong di meha Tebaxê de weke Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst hatibû wezîfedarkirin.



