Li Herêma Fedral ya Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya ‘Xanimên Perî’ û bi alîkariya Navenda Rêkxistina Demokratên Raperînê Festîvala”Perî” dest pê kir.
Rol û destrengîniya jinê di her festîvalek Kurdewarî de cihê xwe diyare.
Bi rêya festîvalan jin hêza xwe ya hunerî derdixin ber çavan û parastina çanda xwe ya kevnar dikin.
Yek ji Festîvala ku rola jinê têde pêşenge jî Festîvala Perî ye.
Her sal Festîvala Perî bi rengê jinê, xwarinên kurdewarî û çanda kurd ya kevnar dixemile.
Li gorî agah û dîmenan diyar dibe ku îsal tevlîbûna jinan ji ya salên borî bihêztire.
Jinên cihê xwe di vê ferstîvalê de girtîn bang li hemû jinên Kurd kirin da ku tevlî Festîvalan bibin û hunera xwe biparêzin.



