Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar li dijî guhertina ‘Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê’, tundiya li dijî Jinê û bihêzkirina Peywendiya bi rêxistinên jin yên Iraqî re serdana Rêxistina Fushet Emal kir.
TAJÊ di serdanê de li ser biryara ku Iraqê der barê Zagona Rewşa Kesî de daye nîqaşên girîng dan meşandin.
Di heman demê de ji bo yekitiya jinên Iraqê û pêwistiya têkoşîna bi yek dengî nîqaş hatin meşandin.
Her wiha Yek ji xalên ku hatin nîqaşkirin jî têkoşîn û berxwedana jinan û civaka Êzidî bû ku îro hemû jin îlhama xwe jê digrin.
Şande bi giranî bal kişand ser xetera zewaca di temenê biçûk de û diyar kir ku wê bandorên herî xirab li civakê bike.
Piştre behsa riyên çareseriyê jî kirin û serdan bi nîqaşan dewam kir.
Li gorî agahiyên rêveberiya TAJÊ wê xebatên wan yên di vê çarçoveyê de berdewam bikin.



