Tirkiye êdî ji bo Jinan dibe metisîdar.
Jinan diyar kirin ku ew ji mirovahiya xwe şerm dikin û bertek nîşanê mirina biguman ya Rojîn Kabaîş dan.
Jinan diyar kirin ku ew xwe ewle hîs nakin û li dijî van bûyeran divê bêdeng nemînin û divê ji bo gumanbaran cezayên pêwist bên dayîn.
Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlonê de winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wê li perava gundê Molla Kasim yê Wanê ji aliyê gundiyan ve hat dîtin.
Yên dibin sedem polîtîka desthilatê û bêcezahiştina kujer û gumanbaran e.
Jinên li bajarê Wanê bertek nîşanî kuştin û mirina bi guman a jinan da.
Arya Yîgît: Li Zanîngehê destdirêjî li me hat kirin em hatin bêdengkirin
Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Arya Yîgît da zanîn berê jî bûyerên destavêtin û destdirêjiyê li zanîngehan pêk hatin e û got:
Rojîn ne ya ewil e. Di bûyerên berê yên desthirêjiyê de em hatin bêdengkirin.
Wê li dijî vê hêrsa me bi dawî nebe.”
Arya Yîgît: Divê jin bêdeng nemînin û serî netewînin
Arya Yîgît ji tevahî jin û civakê daxwaz kir ku li dijî polîtîkayên bêdengkirin û kuştina jinan dengê xwe bilind bikin û wiha bi dawî kir:
“Pirsgirêkên cidî yên ewlehiyê hene. Hêvidarim ku Rojîn ya dawî be.”
Esra Goktekîn: Jinên li dijî tundî û bêmafiyê derdikevin tên kuştin
Esra Goktekîn ya hevala Rojînê ya zanînghê jî ragihand ku li Tirkiyê ewlehiya jinan ne maye û wiha domand:
Em rehet nikarin derkevin derve. Jinên li dijî van bûyeran dengê xwe bilind dikin tên kuştin.
Naîde Çobanli: Em ji mirovahiya xwe şerm dikin
Naîde Çobanli jî ragihand ku heta berpirsên van bûyeran neyên darezandin wê dawî li kuştinên jinan neyên û ev yek anî ziman:
Kuştina her jinekê cînayete. Em ji mirovahiya xwe şerm dikin.
Keçên min jî li derve dixwînin. Em ditirsin.
Gulser Tucer: Mirina Rojîn cînayet e
Gulser Tucer daxuyakirin ku mirina Rojîn Kabaîş cînayete û got:
Li gorî min Rojîn hatiye kuştin. Kezeba min dişewite.
Neşe Brîstîn: Tirkiye bûye welatê kuştina jinan
Neşe Brîsîntîn anî ziman ku li gelek jin tên kuştin û ev bang kir:
Li Tirkiyê destdirêjî li jin û zarokan tên kirin.Em jin ne kolayên mêrane.
Em jinin, dayikin, li her qad ajiyanê ne.
Bila ji bo kujeran cezayên giran bên dayîn.”



