25’ê Cotmehê salvegera şehadeta fermandara pêşeng a nemir şehîd Bêrîtan e.
Bi vê boneyê gerîlayên YJA Starê bi çalakiyan ew bi bîr anî û li dargirkeran xistin.
Di encama çalakiyên bi rêbaza sekvaniyê de 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin û droneyek hat xistin.
Arteşa Tirk a qirker jî ku nikare encamekê bigre, 7 car bi teqemeniyên qedexe, 46 caran jî bi balafirên şer êrişî qadên gerîla kir.
Ji bo bîranîna fermandara pêşeng a nemir şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) gerîlayên YJA Starê li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe ên di nava 3 rojên derbasbûyî de eşkere kir.
YJA Starê bi rêbaza sekvaniyê lêda: 2 dagirker hatin cezakirin
Li gorî daxuyaniyê:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
18’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin.
19’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî bi heman rêbazê dagirkerek hate cezakirin.
Heman rojê li Qadê gerîlayan alavên leşkerî yên dagirkeran kirin armanc.
Li wir jî kamerayeke mobesse û teqemeniya ji 40 kîloyî ya dagirkeran hatin bêkêrkirin.
Hat diyar kirin çalakiya ku ji aliyê hêzên YJA Starê ve hatin kirin, ji bo bîranîna fermandara pêşeng a nemir şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate lidarxistin.
Li herêma Metînayê droneyek dagirkeran hat xistin
Li aliyê din 18 û 20’ê Cotmehê jî yekineyên gerîla ên li herêma Xakurkê û Metînayê bi rêbazên cuda li dagirkeran dan.
Hat ragihandin ku di çalakiya li Qada Berxwedanê ya Şêlazê a Metînayê de droneyek bi rêbaza sekvaniyê hate xistin.
Arteşa Tirk a qirker tevî bi teqemeniyên qedexe 53 car êriş kir
Derbarê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî jî HPG’ê got:
Tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê FM’ê 7 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Dawiyê HPG’ê da zanîn Herêma Xakurkê, Garê, Metîna û Zapê jî bi giştî 46 car bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.



