Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li bajarê Qamişlo û Reqayê komfiras li dar xistin.
Di konferansan de ciwanan teqezî li ser domandina têkoşînê hat pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê konfiransan li dar dixe.
Konfirans di çarçoveya “ji Rêber Apo re azadî ji pirsgrêka kurd re çareserî” pêk tên.
Di vê çarçoveyê de, îro li bajarê Qamişlo konfirans pêk hat.
Di konfiransê de, jinên ciwan diyar kirin ku bi pêkanîna komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo xwestin îradeya jinan hedefbigirin.
Jinên ciwan ên Reqa bi konferansekê rola Rêber Apo di çareseriyê de nîqaş kir
Bi heman armancê, li Kantona Reqayê jî Konfiran hat lidarxistin.
Bi amedebûna jinên Ciwan ên ji Kantonê Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê konferans pêk hat.
Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, rewşa li girtîgeha Îmraliyê, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û çareseriyên ku Rêber Apo pêşkêş kirine hatin nîqaşkirin.
“Bi saya firkê Rêber Apo jinan pêşengtî ji şoreşê re kir”
Ciwanan bal kişandin ser têkoşîna Rêber Apo ya têkildarî azadiya jinan û gotin:
“Rêbertî di analîzên xwe de girîngiyeke mezin daye rizgarkirina jinan.
Bi saya Rêber Apo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiyê ji şoreşê re dikin.”
Konfirans bi encamnameyêkê bi dawî bû û hin ji xalên wê wiha ye:
Ji bo rakirina pergala êşkence û qirkirinê têkoşîn were mezin kirin.
Ji bo xurtkirina rola ciwanan xwendina pirtukên rêber apo yek ji xebatên sereke ye.



