Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 32’mîn a şehadeta xwe de, li 4 navendan hat bibîranîn.
Di merasîmên bîranînê de, dubara soza domandina têkoşînê li ser xeta şehîd Bêrîtan hat dayîn.
25’ê Cotmehê salvegera 32’an a şehadeta şoreşger Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e.
Bi vê boneyê li 4 navendan çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Rêxistina Kongra Star li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê merasîma bîranînê li dar xist.
Li wir, jinan şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin:
“Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe peyamek da xayîn û dijmin ku kes nikare li hember jina azad a têkoşer biseke.”
Dawiyê, soz dan ku berxwedana li dijî xeta xiyanetê bidomînin.
“Şehîd Bêrîtan bû sembola azadî û fedaîtiyê”
Meclisa Jinan û Kongra Star jî bi koordîneya Meclisa Bajarê Erîşa civînek li darxistin.
Li vir jî ev tişt hat gotin:
“Şehîd Bêrîtan ji tevahî jinên têkoşer ên li azadiyê digerin re, bû minare.
Bû sembola sekna li hember xiyanetê.”
Li bajarê Eyn Îsayê jî bi heman boneyê sermînerek hat dayîn.
Li wir, nameya şehîd Bêrîtan hate xwendin û têkoşîna wê ya li hemberî xiyanetê hat vegotin.
Li ser wesiyeta şehîd Bêrîtan endamên rêxistina Kongra Star a Çilaxayê, şîraniya ku şehîd Bêrîtan jê hez dikir çêkir.
Şêranî li beşdarên çalakiya bîranînê hatin belavkirin.
Beta biherikînee.



